ŞAREDARIYA BAJAROKÊ TAŞLÛGÊ YÊ KOBANÊ PROJEYÊN XIZMETGUZARIYÊ CÎ BI CÎ DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya bajarokê Taşlûgê ya girêdayî bajarê Kobanê, rêyên sereke yên hejmareke gundan zift dike.
Hevseroka şaredariya bajarokê Taşlûgê Nesra Hac Elî ji Rojava TV re dibêje, wan nêzîka 60 hezar dolarên amerîkî budce ji bo wê projeyê veqetandiye.

Şaredariya Gel a kantona Firatê ne bi tenê li naverasta bajêr, lê belê li bajarok û gundewarên kantonê jî rêyan zift dike û xebatên xizmetguzariyê pêşkêş dike.

Şaredariya bajarokê Taşlûgê ya girêdayî bajarê Kobanê, niha dest bi proseya ziftkirina hejmareke rêyên sereke yên gundan bi hev ve girê dide, kiriye.

Hevseroka şaredariya bajarokê Taşlûgê Nesra Hac Elî ji Rojava TV re behsa xebat û projeyên xwe yên xizmetguzariyê dike.

Bi gotina hevseroka şaredariya bajarok wan nêzîka 60 hezar dolaran amerîkî budce ji bo vê projeyê veqetandiye.

Di salên derbasbûyî de gazindên xelkên gundewaran ji xirabbûna rêyan hebûn, lê niha şaredarî bi plan û hûrbînî hewla çareserkirina wan pirsgirêkan dide. Her wiha şaredarî ji niha ve plana xwe ya sala nû durust dike.

Share This Article