JI BO JINÊN JI KAMPA HOLÊ DERKETINE PÊŞANGEHEK LI REQAYÊ HATE VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Navenda venêrîna cîvakî ya kantona Reqayê pêşangehek karê destan ji jinên ku ji Kampa Holê vegeriyane vekir.
Pêşangeh bi armanca ku piştgiriya jinên ku ji kampa Holê vegeriyane da ku bikarin ji hêla aborî ve debara xwe bikin hat vekirin.
Di pêşangehê de karên destan ên ji hirî, tiştên xemilandî, mûm, perçeyên xemilandina malan, pêdiviyên paqijkirinê û biharat hatine çêkirin, tên pêşandan.
Ev kar piştî derbaskirina jinan di perwerdeyê re hatin çêkirin.
Tê payîn ku roja pêncşema bê bazareke din a berhemên jinên ji kampa Holê vegeriyane were vekirin.

Share This Article