PARÊZERÊN HERÊMÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ HERÊMÊ ŞERMEZAR DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Parêzerên herêmê êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmê weke sûcên şer bi nav dikin û diyar dikin ku dewleta tirk di êrîşên xwe ên li dijî herêmê hemû zagon û pîvanên mafê mirovan binpê dike.

Parêzeran bang li civaka navdewletî kirin ku êrîşn dewleta tirk rawestînin û li gorî yasayên navneteweyî darizînin .

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne..li dijî gelê herêmê komkujiyên hovane pêk tîne , Ev hemû jî di nava bêdengiya navneteweyî de tê kirin.

Bêdengiya civaka navdewletî li hember sûcên dewleta tirk a dagirker bû cihê nerazîbûnên parêrêzerên herêmê .

Parêzer Şahîn Lalê da zanîn ku êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmê binpêkirinahemû zagon û pîvanên mafê mirovan e.

Parêzer heysem bekir jî diyar kir ku li gorî zagonên navneteweyî dewleta tirk sûcên şer dike  divê li ser van sûcan were darizandin.

Her çiqas dewleta tirk hewldide ku hevalbendên xwe ji bo qirkirina gelên herêmê zêde bike jî li aliyê din berxwedaniya gelê herêmê jî berdewam dike.

Rêvebriya Xweser, QSD’ê û welatiyên herêmê berdewam piştrast dikin ku ew ê li hemberî her cure êrîşekê parastina herêmên xwe bikin.

 

Share This Article