LI KOBANÊ BI HEZARAN KES LI DIJÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK MEŞIYAN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê jî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê daketin qadan.

Meşê ji Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê destpê kir û heta Qada Şehîd Egîd dewam kir.

Li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê, cîgira hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî.

Mizgîn di axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li li ser bendava Tişrînê û konvoya gel ku duh ber bi bendavê ve diçû, şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşî gelê herêmê dike.

Her wiha di meşê de hat gotin ku, gelê herêmê bi israreke mezin û bi moral li ber xwe dide û dê bi berxwedana xwe êrişên dagirkeriya Tirk têk bibe.

Share This Article