Meclîsa Kantona Efrîn-Şehba îro bi daxuyaniyeke nivîskî hovîtiya hêzên hikumeta şamê û çeteyên Dîfa El Watanî şermezar kir û got, vîna xelkên Dêra Zorê ji planên tên kirin xurttire.
Daxuyanî li kampa serdem bi tevlîbûna tevahî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û Partiyên Siyasî hat xwendin.
Meclîsê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku hikumeta şamê careke din dixwaze fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxe her wiha çavên xwe li ser kiryarên ku li herêmên dagirkirî yên Sûriyê pêk tên digire.
Meclîsa Kantona Efrîn-Şehba di dawiyê de sersaxî ji bo malbatên şehîdan û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest û tekez kir ku vîna xelkên Dêra Zorê ji planên ku li dijî Dêra Zorê tên kirin xurttire.
