Bi sedan xelkên bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî bendava tişrînê û hedefgirtina sivîlan meşek li dar xistin.
Xelkên Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser beşdarî meşê bûn.
Meş ji çerxereya agirkujê ya li taxa til hecer a hesekê dest pê kir û ber bi dêra asûriyan ve bi rê ket.
Meşvanan di meşê de bi berzkirina dirûşman, berxwedana şervanan û nobetdarên li bendava tişrînê silav kirin her wiha bêdengiya hêzên navnetewî ya li hember êrîşên tirkiyê şermezar kirin.
Piştî ku meş gihêşt gel dêra asûriyan veguherî mîtingê, di mitingê de li ser navê meclîsa malbatên şehîdan û meclîsa bajarê hesekê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hat gotin ku, gelê bakur û rojhilatê sûriyê li hemberî alava şer a dewlet Tirk a dagirker rêya berxwedan û têkoşînê hilbijartiye, dê gavan paş de nevêje.
mîting bi bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
