Her ku diçe êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir dibin.
Ji kantona Efrîn-Şehbayê bigre heta bi Minbic, Kobanê, Til Temir û ber bi Dêrika Hemkoyê ve êrîş û hedefgirtina fermandar, sivîl, binesaziyên herêmê û cihên petrolê tên hedefgirtin.
Dewleta Tirk a dagirker rojene êrîşî bajarokê Şêrewa yê girêdayî Efrîna dagirkirî û bajarê Şehbayê dike û bi dehan caran sivîl û zarokan dike hedef.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê gundiyên ji gundê Kulatê nerazîbûna xwe tînin ziman û dibêjin ku em li hember van êrîşan li ber xwe didin.
Her wiha gundiyên Kulatê dibêjin ku ev nêzî 7 salan e piştî Efrîn hate dagirkirin, dewleta Tirk êrîşên xwe li ser gundê me zêde kiriye û jiyana gundiyan xistiye metirsiyê.
Ne tenê ev gund ji aliyê Tirkiyê ve tê hedefgirtin, lê belê bi sedan car gundên kantona Efrîn-Şehbayê tên topbaran kirin û hedef girtin ku di encamê de gelek kes şehîd û birîndar dibin û ziyan dighêje welatiyan.
