welatiyên bajarê Dêrikê îro bi merasîmeke girseyî cenazeyên 2 şervanên azadiyê oxir kirin.
Merasîm bi beşdariya bi sedan welatiyên bajarê Dêrikê, endamên saziyên rêveberiya xweser, TEV-DEM û partiyên siyasî hat li dar xistin.
Merasîm bi xuleyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir.
piştre axavtin li ser navê meclîsa malbatên şehîdan, hêzên sûriya demokratîk û kongira îslama demokratîk hatin kirin.
axêveran berxwedana şervanên QSD silav kirin û soza şopandina rêya şehîdan û bilindkirina têkoşînê nû kirin.
di dawiya merasîmê de gel bi dirûşmeyên “şehîd namirin” cenazeyên herdu şehîdan sipartin axê.
WELATIYÊN DÊRIKÊ CENAZEYÊN 2 ŞERVANÊN XWE OXIR KIRIN
