PYD: KOMKUJIYA DÊR HAFIRÊ BI SIYASETEKE DIJMINATÎ PÊK HAT

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê li Reqayê bi daxuyaniyekê êrîşên komên çekdar yên li ser gundewarê Dêr Hafirê şermezar kir.

Partiya Yekîtiya Demokrat di daxuyaniya xwe de got ku ev êrîş binpêkirineke berbiçava ji zagonên navdewletî û mirovî re ye û di siyaseteke dijminatiyê de tên kirin.

PYD’ê bang li rêxistinên navdewletî û mirovî kir ku li hember van binpêkirinan bi erkê xwe rabin û bêdeng nemînin.

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê di dawiyê de got: “em tuhmetên hikumeta veguhêz a sûriyê yên di derheqê QSD’ê de qebûl nakin û delîlên bi dîmen hene ku ev bûyer bi destê çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz pêk hatiye.

Share This Article