Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji malbatên 6 şehîdên ku di berxwedana Minbicê de şehîd bûne, konê sersaxiyê li dar xist.
konê sersaxiyê li ber goristana şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamishlo li dar ket.
Di bin konê sersaxiyê de bi sedan şêniyên bajêr, endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD û Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, hêzên leşkerî û PYD axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de bal hat kişandin ser şopandina rêya şehîdan û pêkanîna hêviyên wan ên ji bo avakirina welatekî azad.
Paşê wesîqeyên şehadetê radestî malbatên her 6 şehîdan hat kirin û dirûşmên “Şehîd sax in, Tu carî namirin” hatin berizkirin.
