LI HESEKÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO ÇALAKIYA KONVEDANÊ HAT DESTPÊKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read
LI HESEKÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO ÇALAKIYA KONVEDANÊ HAT DESTPÊKIRIN

Di çarçoveya Kampanya Însîyatîva Gel ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO de, îro li bajarê Hesekê çalakiya konvedanê hate destpêkirin.

Bi sedan şêniyên kantonê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinanên jinan berê xwe dan bin konê çalakiyê.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku, heya Rêber APO azad nebe, ti carî pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nabin.

Her wiha beşdarên çalakiyê tekez kirin ku heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO, ew ê têbikoşin.

Share This Article