Rojnamevanên qamişlo diyar kirin ku rojnameya kurdistan çand û zimanê kurdî parast .
her wiha bang li tevahî rojnamevanên li rojavayê kurdistanê kirin ku ji bo derxistina rastiyan asta têkoşînê bilind bikin.
Li Kurdistanê 22’yê Nîsanê ji aliyê Kurdan ve wek Roja Rojnamevaniya Kurdî tê pîrozkirin.
Heta weşandina yekem Rojnameya Kurdistan, Kurdan bi riya xebatên siyasî û çekdarî hewla bi destxistina mafên xwe didan.
Asta xebatên rojnamegerî û çandî kêm bûn. Lewma weşandina Rojnameya Kurdistanê ji bo xwenaskirina Kurdan û gihandina daxwazên xwe weke destpêkekê bû.
li ser vê mijarê rojnamevanên Qamişlo diyar kirin ku rojnameya kurdistan çand û zimanê kurdî parast .
her wiha rojnamevanan bang li tevahî rojnamevanên li rojavayê kurdistanê kirin ku ji bo derxistina rastiyan asta têkoşînê bilind bikin.
Di dîroka rojnamegeriya Kurdî de pêşkeftina ragihandina azad weke werçerxek nû tê diyar kirin.
Ragihandina azad karî ziman, çand û wêjeya Kurdî zindî bike û Kurdan bigihîne hev.
