RÊXISTINA PÊL LI REQAYÊ BINPÊKIRINÊN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Rêxistina Pêl têkildarî sûc û binpêkirinên li herêmên dagirkirî, 2’emîn foruma xwe ya salê li Kantona Reqayê li dar xist.

Forum bi dirûşma “BINPÊKIRINÊN MAFÊN NIŞTECIHBÛNÊ , ZEMÎN Û XWEYÎTÎYÊ YÊN LI EFRÎN, SERKANIYÊ, GIRÊ SPÎ Û DERENCAMÊN WAN” hat li darxistin.

Nûnerên Saziyên Sivîl, Saziyên Jin, Rêxistinên Civaka Sivîl û koçberên di kampan de beşdar bûn.

Pêkanîna dada civakî û cezakirina sûcdaran, ji mijarên sereke yên forumê bû.

Her wiha binpêkirina mafên erd, mal û milkan li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hat nirxandin û belgekirina wan binpêkirinan hatin nîqaşkirin.

2’emîn foruma Rêxistina Pêl a têkildarî sûc û binpêkirinên li herêmên dagirkirî bi pêşinyarên derbarê belgekirina sûcan de bi dawî bû.

Share This Article