Partiyên siyasî yên kurdî li Sûriyê, hewildanên xwe ji bo avakirina yekrêziya mala kurdî dikin.
Heserokê partiya kesk a demokrat Luqman Ehmê dibêje ji bo parastina mafên kurdan divê yekrêziyeke kurdî çêbibe.Bi hilweşandina rêjîma Bassê li Sûriyê gelek geşedan û guhertin li ser xaka sûriyê rû didin.
Partiyên siyasî yên kurdî jî hewildanên xwe ji bo avakirina yekrêziya kurdî dikin.
Serokê Partiya kesk a demokrat Luqman Ehmê ji Rojava TV re behsa giringiya avakirina yekrêziya kurdî dike û dibêje ji bo parastina mafên kurdan divê yekrêziyeke kurdî çêbibe.
Her wiha Luqman Ehmê diyar kir ku, di sîstema Rêveberiya Xweser de hemû pêkhateyan hebûna xwe misoger kirin.Serokê Partiya kesk a demokrat Luqman Ehmê di dawiyê de destnîşan kir ku, ji bo avakirina sûriyeke nû ya ne navendî, divê mafên hemû pêkhateyan were parastin.
