EFRÎN.. BAJARÊ KU LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN HOV DESTANEYÊN LEHENGIYÊ HÛNAND

Rojava Tv
1 Min Read

Endamê Desteya Cibicîkar a Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Xalid Ibarhîm got, xelkên Efrînê berxwedaneke dîrokî meşandin, lê Efrîn di encama komployekê de hate dagirkirin.

Xalid Ibrahîm diyar kir ku, heta herêmên dagirkirî rizgar nebin, ti carî krîza Sûriyê nayê çareserkirin.

Bêyî ku ferq û cudahiyê bixe navbera ti kesî de, dewleta Tirk a dagirker 20 çileya sala 2018’an, bi 73 balafirên şer, êrîşeke dagirkeiryê li dijî warê zeytûnê Efrînê dest pê kir.

Piştî du rojên din salvegera 5’emîn a wê êrîşa hovane bi ser me de tê û heta niha çeteyên Tirkiyê binpêkirinan li Efrînê didomînin.

Endamê Desteya Cibcîkar a Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Xalid Ibarhîm got, Efrîn di encama komployekê de hate dagirkirin.

Her wiha Xalid Ibrahîm tekez dike ku bêyî rizgarkirina herêmên dagirkirî, aloziya Sûriyê

çareser nabe.

Piştî berxwedana 58 rojan ku şervanên QSD’ê destaneyên qehremaniyê hûnandin, Tirkiyê û çeteyên tundrew bi zora balafir, bêdengiya navdewletî û teknîka pêşketî Efrîn dagir kirin, xelkê Efrînê jî dibêjin ew ê bi berxwedaniya xwe li Efrînê vegerin.

Share This Article