DESTEYA PERWERDEYÊ YA EFRÎN-ŞEHBAYÊ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn-Şehbayê îro bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kir û banga parastina Mafên Zarokan kir.
Daxuyanî bi beşdariya xwendekar û endamên desteyê li pêşiya navenda desteyê ya li bajarokê Ehdasê hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku UNICEF û rêxistinên têkildarî mafên zarokan li hember qetilkirina zarokan bê deng in.
Her wiha bang li Rêxistina Mafên Mirovan û Rêxistina Parastina Zarokan hate kirin ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li komkujî û êrişên dewleta Tirk a dagirker bînin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê doh êrîşî kantona Efrîn- Şehbayê kirin, di encamê de bi giştî welatiyek şehîd bû, her wiha 7 kes ku di nav de zarok hebûn birîndar bûn.

Share This Article