Gerînendeya Fenî ya Desteya Rêvebiriya Xwecihî, qonaxa duyem ji projeya avakirina pira Dolab El-Iwês a li bajarê Hesekê dest pê kir.
Li gor gerînendeyê, pira Dolab El-Iwês bi dirêjahiya 50 metre û firehiya 8 metreyan tê avakirin, û lêçûna wê 250 hezar dolarên Amerîkî ye.
Qonaxa yekê ya projeyê di 5’ê Tebaxa îsal de dest pê kir û biryar e ku proje bi giştî di meha pêş de bi dawî bibe.
Di qonaxa duyem û ya dawî de, stûnên darî tên raxistin, piştî wî dê navboriya wan stûnan were dagirtin û zift li ser wan were raxistin.
Pira Dolab El-Iwês ji ber ku taxên çar aliyên bajêr bi navenda Hesekê ve girêdide û zextê li ser pira Beyrûtî kêm dike, xwedî cihekî giring e.
PROJEYA AVAKIRINA PIRA DOLAB EL-IWÊS DERBASÎ QONAXA DUYEM BÛ
