KONGRA STAR A DIRBÊSIYÊ: DAXWAZA ME BERDANA DÎLGIRTIYA NE

Rojava Tv
2 Min Read

Malbatên dîlgirtiyan û Kongra Star ên bajarên Amûdê û Dirbêsiyê ji bo diyarkirina rewşa zarokên xwe daketin kolanan û çalakî li darxistin.

Çalekvanan bang li hikûmeta Demkî ya Sûriyê kirin ku şertên peymana bi QSD’ê re bicîh bîne.

Şervên YPG’ê, YPJ’ê û QSD’ê dema ji eniyên Dêr Hafir û Meskena vedikişiyan li gorî peymana di navbera QSD’ê û Hikumeta Demkî de hatibû imzekirin, ji aliyê hikumeta Demkî ve hatin dîlgirtin.

Rixmî peymana nû ya 29’ê Çileyê di navbera QSD’ê û Hikumeta Demkî de ku yek ji xalên wê berdana dîlgirtiyan bû, lê heya niha hikumeta Demkî pabendî vê yekê nabe.

Derbarê mijarê de Meclisa Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê daxuyaniyek da û daxwaza berdana şervanan kir.

Di daxuyaniyê hat gotin ku dîlgirtî û malbatên şehîdan sembolên rûmet û fedakariyê ne, lewra jî dive mafên wan ên qanûnî û mirovî werin parastin.

Kongra Star bang li rayedarên têkildar kir ku kanalên diyaloga cidî û berpirsiyar vekin û bêyî derengmayînê ji bo çareserkirina rewşa dîgirtiyan û malbatên wan tevbigerin.

https://hawarnews.com/kr/kongra-star-daxwaza-berdana-dilgirtiyan-kir

Doh jî li bajarê Amûdê Malbatên dîlgirtiyên ku ji aliyê hikûmeta demkî ve hatine girtin, li Qada Jina Azad a bajêr xwepêşandanek li dar xistin.

Malbatan pankartên bi nivîsên: “Vegera girtiyan berî her tisti”, “Em wan sax dixwazin, em wan hemûyan di nav xwe de dixwazin”, “Paşxistin xiyanet e û bê rumetî ye” hildan.

Malbatan di çalakiyê de diyar kirin ku berdewamiya girtina zarokên wan binpêkirina mafên mirovan e û êşa wan zêde dike.

Her wiha malbatan bang li hikûmeta demkî kirin ku şertên peymanê bi QSD’ê re bicîh bîne û bi lez û bez bersiva daxwazên wan bide û zarokên wan serbest berde.

Çalakî bi berzkirina diruşmên ” Em Zarokên Xwe Dixwazin ” bi dawî bû.

Share This Article