FESTÎVALA 3’EMÎN A ŞEHÎD ARÎN A ŞANOYÊ LI BAJARÊ KOBANÊ LI DAR KET

Rojava Tv
1 Min Read

3’emîn Festîvala şehîd Arîn “bisk û zulfên aştiyê” bi serpereştiya Desteya Çandê ya kantona Firatê û TEV-ÇAND li bajarê Kobanê destpê kir.

Festîval bi meşkê û belavkirina birûşoran li qada Aştiyê destpêkir piştire beşdaran bi coşeke mezin berê xwe dan navenda çand û hunera Baqî Xido.

Bi sedan şênî, endamên Rêveberiya Xweser , desteya çand û huner, tevgera çandê ya mezopotamiya û dayîka şehîd Arîn Mîrkan tevlî festîvalê bûn. ku bi dirûşma “Şano nasnameya hişmendiya civakî ye” li dar ket.

Destpêka festîvalê şanoyeke kurt bi navê “Bozan û keça bedew” hate pêşandan. Paşê axaftin hat kirin,

Di festîvalê de piştî deqeyek rêzgirtin, Koma şanoyê ya ji kantona Reqayê şanoyek bi navê “Komediya 7 Rojan” pêşkêş kir.

3’emîn Festîvala şehîd Arîn “bisk û zulfên aştiyê” dê heta 12`ê Cotmehê bidome û di wan rojan de komên hunerî yên ji Heleb, Şehba, Reqa, Minbic, Tebqa û Kobanê berhemên xwe pêşkêş bikin.

Share This Article