meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Kobanê 2’emîn konfiransa xwe li bajarokê sirîn li dar xist.
Di konfiransê de bi sedan endam û rêveberên partiya sûriya pêşerojê, meclisa malbatên şehîdan û hêzên ewlekariya hundirîn beşdar bûn.
Konfirans bi xuleyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan dest pê kir.
piştre endama Meclisa jinan a partiya sûriya pêşerojê Mizgîn mihemed axivî, konfiransa duyemîn a Meclisa jinan a partiya sûriya pêşerojê li tevahî beşdaran pîrozkir û hat gotin ku tevî rewşa zehmet û êrîşên rojane wan karîbû konfiransa xwe li dar bixin.
Piştî axaftinan rewşa siyasî û rêxistinî hatin nirxandin, her wiha rapora karûxebatên salê hat xwendin.
Li ser karûxebatên salê yên Meclîsa Jinan a Partiyê nîqaş hatin kirin.
MECLıSA JINAN A PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ 2’EMÎN KONFIRANSA XWE LI DAR XIST
