SÛCÊN ÇETEYÊN TIRKIYÊ YÊN LI DIJÎ JINÊN EFRÎNA DAGIRKIRÎ ZÊDETIR DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Têkildarî rewşa jinan ya li Efrîna dagirkirî, rêvebera Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê ya Helebê Ferîda Zekeriya dibêje, çete jinan direvînin û li beramberî serbestberdana wan, fidyeyên darayî yên giran dixwazin.

Her wiha Ferîda Zekeriya da zanîn ku, jinên li herêmên dagirkirî ji mafên xwe yên sereke têne bêparkirin.

Ji dema dagirkirina Efrînê ve û ta niha, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê sûcên revandin, kuştin, destdirêjî û talankirinê li dijî welatiyên Efrînî pêk tînin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê têne bidestxistin, rewşa jinan bi yekcarî têk çûye û çete bi berdewamî jinan direvînin û destdirêjiyê li dijî wan pêk tînin.

Têkildarî rewşa jinan ya li Efrîna dagirkirî, rêvebera Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê ya Helebê Ferîda Zekeriya dibêje, çete jinan direvînin û li beramberî serbestberdana wan, fidyeyên darayî yên giran dixwazin.

Her wiha Ferîda Zekeriya da zanîn ku, jinên li herêmên dagirkirî ji mafên xwe yên sereke têne bêparkirin.

Beriya dagirkirina Efrînê, jinan di nava pergala Rêveberiya Xweser de cihê xwe di hemû dezgehan de digirtin û di sazkirina çarenivîsa xwe de, xwedî biryar û sekn bûn.

Share This Article