KOÇBERÊN EFRÎNÊ Û ŞÊNIYÊN ŞEHBAYÊ SALVEGERA ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ PÎROZ KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Ji bo pîrozkirina salvegera 11’emîn a Şoerşa 19’ê Tîrmehê li Herêma Firatê Pîrozbahiyên girseyî hatin lidar xistin.
Gel di pîrozbahiyan de soz dan ku ew ê xebat û têkoşîna ji bo pêkanîna armancên şoreşê xurttir û berfirehtir bikin.

Ji bo pîrozkirina salvegera 11’emîn a Şoerşa 19’ê Tîrmehê li Herêma Firatê Pîrozbahiyên girseyî hatin lidarxistin.

Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê salvegera 11’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li qada çalakiyan a li gundê Maratê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê pîroz kirin.

Beşdarên Pîrozbahiyê Salvegera Şoreşê Pîroz kirin û gotin: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa xelasbûna ji zilmê ye.

Bi heman boneyê li Keleha Berxwedanê Kobanê jî Pîrozbahî hate lidarxistin.

Pîrozbahî li Qada Şehîd Egîd bi amadebûna Xelkên Kobanê, partiyên siyasî û endamên Saziyên Rêveberiya Xweser, hate organîzekirin.

Beşdarên Pîrozbahiyê tekez kirin ku ew ê bi rihê şerê gel ê şoreşgerî destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Xelkên bajarê Reqayê jî bi pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb û Suryan beşdarî pîrozbahiya Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûn.

Di şahiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa demokrasî û azadiyê ye û şoreşa mîsogerkirina maf û rola xwezayî ya jinan e.

Beşdarên Şahiyê gotin ku roja 19’ê Tîrmehê Roja Azadî û hebûna Gelan e.

Bi boneya Salvegera şorea 19’ê Tîrmehê û di bin Durişmeya “Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin û netewa demokratîk mîsoger bikin” doh li hemû bajar, navçe û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Pîrozbahî hatin lidarxistin.

Gel di pîrozbahiyan de soz dan ku ew ê xebat û têkoşîna ji bo pêkanîna armancên şoreşê xurttir û berfirehtir bikin.

Share This Article