Meclisa Parastina Zarokan têkildarî hedefgirtina zarokan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek da û got, deweta tirk bi kuştina zarokan re yasayîn nevdewletî binpê dike.
Daxuyanî li pêşiya avahiya UN a li bajarê Qamişlo hat xwendin.
di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Ji 2`yê Kanûnê (2024) heta 28`ê Çileyê, dewleta tirk a dagirker êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. di encamê de 76 sivîl ku di nav de zarok hebûn jiyana xwe ji dest dan.
Meclîsê destnîşan kir ku ew bi tundî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar dikin û got, dewleta trik a dagirker bi hedefgirtina zarokan yasayên navdewletî binpê dike.
Meclisa Parastina Zarokan di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku bêdengiya xwe bişkîne, ji ber ev bêdengî rê li ber dewleta Tirk û çeteyên wê vedike da ku êrişên xwe li dijî welatiyan zêde bike.
