RÊNAS FETAH: XWENDEKAR BI COŞEKE MEZIN TEVLÎ SALA XWENDINÊ YA NÛ BÛN

Rojava Tv
1 Min Read

Sala xwendinê ya 2024-2025’an doh li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê a kantona Cizîrê Rênas Fetah diyar kir ku xwendekar bi coşeke mezin tevlî sala nû ya xwendinê dibin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur Û Rojhilatê Sûriyê doh dest bi sala nû ya xwendinê kir.

Li gorî daneyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 hezar û 100 dibistan ji bo pêşwazîkirina 900 hezar şagirtên seretayî, navîn û amadehî hatine amadekirin.

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê a kantona Cizîrê Rênas Fetah diyar kir ku, xwendendekar bi coşeke mezin tevlî sala xwendinê ya nû bûn.

Her wiha Rênas Fetah diyar kir ku, aliyên li dijî sîstema Rêveberiya Xweser her dem dixwazin sîstema Perwerdeyê li herêmê reş bikin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1’ê îlonê dest bi sala xwendinê ya nû kir.

Heftiya destpêkê mamoste amadekariyên xwe kirin û di 8 îlonê de deriyên dibistanan ji xwendekaran re vekirin.

Share This Article