Rêveberiya hêzên ewlekariya hundirîn a herêmên cizîr û firatê da ku spasiya keda hêzên xwe bike, şahî lidarxistin.
Di şahiyan de hate diyar krin ku divê gel li gel hêzên xwe parastina nirxên şoreşê bike.
îro, bi armanca spaskirina keda hêzên ewlekariya hundirîn di parastina şahî û çalakiyên meha Adarê de, rêveberiya hêzên ewlekariya hundrîn a herêmên Cizîr û firatê şahî li darxistin.
Şahiya hêzên ewlekariya hundrîn a herêma Cizîrê li stada 12’ê Adarê bi beşdariya endamên hêzên ewlekariyê, şandek ji rêveberiya xweser a herêma Cizîrê û hevpeymaniya navnetewî li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Di şahiyê de spasiya hêzên ewlekariya hunidrîn hate kirin û diyar kirin ku, hêzên ewlekariyê bi soza parastina herêmê şev û roj kar dikin.
Piştî axaftinan, komên stranan berhemên xwe pêşkêş kirin.
MIZGÎN ELÎ: ERKA ME PARASTINA HERÊM Û CIVAKÊ YE
Şahiya herêma firatê li navenda hêzên ewlekariyê ya li kobanê hate lidarxistin.
Tê de endamên hêzên ewlekariyê, rêveberiya xweser, malbetên şehîdan beşdar bûn.
Di şahiyê de axaftin ji aliyê Hevseroka hêzên ewlekariya hundirîn ya jin hate kirin paşê komên stranan berhemên xwe pêşkêşkirin.
SALIH MIHÎDÎN- RÊVEBIRÊ HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN YA HERÊMA FIRATÊ
SALIH MIHÎDÎN: PÊWÎSTE GEL BI HÊZÊN EWLEKARIYÊ RE PARASTINA NIRXÊN ŞOREŞÊ BIKE
