Bi dirûşmeya “Bi hev re ji bo têkbirina komployê û bi destxistina azadiya rêber Apo” kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Reqayê panelek li dar xist.
Panel bi amadebûna nûnerên rêxistin û tevgerên jinan û bi deqeyeke rêzgitinê ji bo bîranîna giyanên şehîdan dest pê kir.
Di panelê de sedem û armancên destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat nîqaşkirin.
Beşdaranên panelê tekez kirin ku divê jin hîn bêhtir asta têkoşînê bilind bikin û dîwarê Îmraliyê bişkînin.
Panel bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin.
KOMBÛNA JINAN A ZENÛBYA BI PANELEKÊ SEDEMÊN KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ NÎQAŞ KIR
