LI ŞEHBAYÊ SERSAXÎ JI MALBATA ŞEHÎD SORO BERXWEDAN RE HAT XWESTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li kantona Efrîn- Şehba ji bo şehîd Soro Berxwedan ku di qonaxa duyemîn a berxwedana serdemê de şehîd bû, konê sersaxiyê hat vedan û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
Bi sedan kocberên Efrînê, xelkê Şehba û saziyên rêveberiya xweser berê xwe dan konê sersaxiyê .
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê cancoriyên azadiyê dest pê kir.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya Şehîdan û parastina destkeftiyên wan hate dayîn.
Piştre wesîqeya şehîd Soro Berxwedan hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Share This Article