LI HELEBÊ JI BO ÇANDA KURDÎ ÇALAKIYEKE ÇANDÎ Û HUNERÎ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çanda Kurdî û Bi dirûşma “Çanda me nasnameya me ye” meclisên jin û ciwanan ên Partiya Sûriyeya Pêşerojê çalakiyeke çandî û hunerî li Helebê lidarxist.

çalakî bi amadebûna bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, nûnerên rêxistinên jin û ciwanan, endamên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî li hola 8’ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin.

di çalakiyê de Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Rîm El Milhim bal kişand ser rola jin û ciwanan di parastina çandan ji şerê taybet û hewldanên qirkirinê de.

Piştî axaftinan, stran û helbest hatin xwendin û Koma Stêrkên Efrînê jî goveneke foklorî gerand.

Di dawiya çalakiyê de diyarî li beşdaran hatin belavkirin.

Share This Article