Insiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan derbarê 25’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo de, panelek lidarxist.
Panel bi beşdarbûna parêzerên herêmê, nûnerên ji Tevgera Civaka Demokratîk û insiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Apo, li dadgeha bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Piştî xuleyeke rêzgirtin bo bîranîna şehîdan, Hevserokê insiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya Parastina Rêber Apo Mihemed Emîn Neyîmî behsa dirêjahiya pêkhatina komployên li dijî Tevgera Azadiyê kir.
Piştre beşdarvanên panelê nêrînên xwe parvekirin û gotin, ew ê bibin dengê Rêber APO her wiha ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin.
