însiyatîfa Azadiya Rêber APO a Sûriyê bi hevkariya PYD’ê a helebê ji bo nîqaşkirina mijarên ji pirtûka Rêber APO ya Doza Kurdî û çareseriya neteweya demokatîk, panelek diyalogê li darxistin.
panelê bi amadebûna nûnerên meclisa giştî, Kongra Star, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, tevgerên jinan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Parastina Cewherî bi rêve çû.
di panelê de axaftin hatin kirin û bal li ser parêznameyên Rêber apo hat kişandin.
Beşdaran li ser 7 mijarên pirtûka “Doza Kurdî û çareseriya neteweya demokratîk” şîroveyên xwe parve kirin.
Rûniştina roja yekemîn bi nîqaşên beşdaran bi dawî bû, û dê panel li ser du rojan dewam bike.
