Gerînendeya Avê ya kantona Reqayê ji bo peydakirina ava vexwarinê li gundê Şinîna, dest bi projeyan kir.
Ji bo başkirina rewşa ava vexwarinê û xizmetkirina şêniyan li bajarê Reqayê, Gerînendeya Avê gelek proje dane dest pêkirin.
Yek ji van projeyan jî, projeya peydakirina ava vexwarinê ya ku li gundê Şinîna yê Reqayê hatiye dest pê kirin.
Hevserokê Gerînendeya Avê ya bajarê Reqayê Hisên El Cerceb ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku piroje ji ber pêwîstiya zêde ya peydarkirina ava vexwarinê ji xelkên Gund re hat destpêkirin.
