Bi armanca bîranîna Şehîd Bawer Agir Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên kantona Firatê amadekariyên lidarxistina 5’emîn festîvala Şehîd Bawer dikin.
Endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê Mihemed Mehmûd ji Rojava Tv re behsa bernameya festîvalê kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên kantona Firatê amadekariyên lidarxistina 5’emîn festîvala Şehîd Bawer Agir dikin.
Festîval wê di bin dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û “Bi rihê ciwanan em ê Cenga Azadiyê bi ser bixin”, di 12 û 13’ê Cotmehê de li bajarê Kobanê pêk were.
Di festîvalê de dê çalakiyên werzîşî werin lidarxistin û komên hunerî berhemên xwe pêşkêş bikin.
Endamê Komîteya Amadekar a Festîvala Şehîd Bawer Agir Mihemed Mehmûd ji Rojava Tv re behsa bernameya festîvalê kir.
Her wiha Mihemed Mehmûd bang li hemû malbatên şehîdan, xelkên Firatê, û saziyan kir ku bi coş beşdarî Festîvala Şehîd Bawer bibin.
Şehîd Bawer Agir 13′ê Cotmeha 2019′an de di encama bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker de li gundê Hiwêcê yê Girê Spî şehîd bû.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan her sal ji bo bîranîna Şehîd Bawer Agir festîvala bi navê Şehîd Bawer li dar dixin.
