KOMXEBATA ŞÊWRÊ JI BO NÎQAŞKIRINA KRÎZA SÛRIYÊ LI BAJARÊ REQAYÊ DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Komxebata Şêwrê ji bo nîqaşkirina krîza Sûriyê, îro li bajarê Reqayê dest pê kir.

Komxebat li eywana Mişwar a Reqayê bi beşdariya zêdetir ji 50 kesî ku nûnerên partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, mafnas û rêxistinên mirovî ne, dest pê kir.

Armanca komxebatê nîqaşkirina krîza Sûriyê û vedîtina çareseriyên guncaw ji bo krîzê ye.

Di axaftina destpêkê de seroka desteya Rêverer a MSD’ê Îlham Ehmed axivî û got ku hikûmeta Şamê û dewleta Tirk li ser hesabê gelê Sûriyê nêzîkî hev du dibin.

Biryar e komxebat du rojan bidome  û tê de mijarên cuda cuda bêne nîqaşkirin.

Share This Article