Rojane bi dehan zarok û kesên bi temen li bajarê Hesekê ji ber ava vexwarinê ya qirêj rastî nexweşiyên jehrîbûn, rûvî û gurçikan tên.
Nexweşxaneya Niştîmanî ” El Wetenî” li bajarê Hesekê vê dawiyê bi sedan rewşên nexweşiyê ji ber qirêjiya avê tomar kirin, ku piraniya wan zarok in.
Nexweşxaneyê nêzî 40 heta 50 rewşên lezgîn ên ku bi jehrîbûnê têne teşxîs kirin, werdigire, ku dibe sedema qeyranek ku ji kapasîteya nexweşxaneyê zêdetir e.
Nexweş ji ber qeyrana avê ya ku li bajar tê jiyîn bi gazinin, ji ber ku karîna wan a aborî tune ku ava sahrîcan bikirin û daxwaza çareseriyê dikin.
Li gor amarên nêzîkî nexweşxanê, di heyama vê mehê de hejmara hejmara nexweşan gihîştiye hezar û 2 sed rewşên jehrîbûnê û rojane ev hejmar zêde dibe.
