ROLA MECLÎSA JINAN A SÛRIYÊ DI AVAKIRINA CIVAKÊ DE

Rojava Tv
2 Min Read

Meclisa Jinan a Sûriyê ji destpêka damezirandina wê ve û heta niha hewl dide jinan di hemû qadên jiyanê de bi cih dike û desteka pêwîst a hizrî û manewî dide wan.‎

ji girîngtirîn xetanên meclisê dayîna piştgiriyê ji bo jinan ji bo guhertina civakê.

Jinan di ronesansa civakên kevnar û nûjen de roleke sereke lîstin û bi vê rolê jiyana xwe ya ji bo ‎pêkanîna guhertinên erênî di wan civakan de nîşan dan.‎

Hebûna Jin a berçav di warên curbicur ên jiyanê de, israra wê ya li ser seknandina li kêleka zilam û ‎piştgirîkirina wî, nîşana wê yekê ye ku ew hêmaneke bingehîn di pêkanîna pêvajoya guherîna civakê ‎de ye.‎

Meclisa Jinan a Sûriyê hewl dide jinan di hemû qadên jiyanê de bi cih bike desteka pêwîst a hizrî û manewî dide wan.‎

Yek Ji Rêveberên Meclisa Jinan a Sûriyê ya Minbicê Meryem Heyanî destnîşan kir ku jin xwedî îrade û ‎hêza xwe ne ku bi perwerdeyê xwe diguherînin û civakê jî bi xwe re diguherînin.‎

Berpirsa ofîsa Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyê li Minbicê Neqşiye Xelîl tekez kir ku ji bo derbaskirina qonaxên jiyanê pêwîstiya jinan bi piştgirî, ‎hişyarî û perwerdeyê heye.‎

Ji dema avakirina Meclîsa Jinan a Sûriyê ve ji girîgtirîn xebatên ku meclîsê kiriye, karîna jin di ‎destwerdana aloziya Sûriyê û daxwaza mafê jinan di destûra Sûriyê ya nû de bû.‎

Share This Article