Cîgira Meclîsa Cîbcîkar a Kantona Minbicê Nor El-Hamid têkildarî erêkirina hevpeymana civakî ya nû ji Rojava TV re diyar kir ku, hevpeymana nû destûreke ku zagonên dezgeh û saziyan birêxistin dike.
Her wiha Nor El-Hamid hêvî kir ku bi hevpeymana nû re Sûriyek demokratîk û nenavendî were avakirin.
