PEYMANA ŞÊXMEQSÛD-EŞREFIYÊ Û DESTHILATA ŞAMÊ BI ERÊNÎ TÊ PÊŞWAZÎKIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Piştî îmzekirina pemanê û derketina hêzên leşkerî, li herdu taxan Hêzên Ewlekariya Hundirîn hemû erkên parastinê girtin ser xwe.

Rêveberê Meclîsa Şehîd Gelhat ya taxa Şêxmeqsûd şerqî ya bajarê Helebê Şiyar Mihemed got, peyman gavek ber bi aşrtiyê ye û li ser asta sûriyê gaveke dîrokî ye.

Di 1’ê Nîsana 2025’an de peymanek di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Desthilata Şamê de pêk hat.

Di çarçoveya bicîhanîna xala şeşemîn a peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û desthilata Şamê de ku hatibû îmzekirin , hêzên leşkerî ji her du taxan ber bi herêmên rojhilatê Firatê ve vekşiyan .

Piştî îmzekirina pemanê û derketina hêzên leşkerî, li herdu taxan Hêzên Ewlekariya Hundirîn hemû erkên parastinê girtin ser xwe.

Rêveberê Meclîsa Şehîd Gelhat ya taxa Şêxmeqsûd şerqî ya bajarê Helebê Şiyar Mihemed got, peyman gavek ber bi aşrtiyê ye û li ser asta sûriyê gaveke dîrokî ye.

Her wiha Şiyar Mihemed da zanîn ku, ji bo parastina taxan ji tevleheviyê û parastina xelkê hêzên ewlekariya hundirîn erkên parastinê girtin ser xwe.

Di peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û desthilata Şamê de 14 madeyên sereke ji bo pêşxistina jiyana bi hev re û birêxistinkirina ewlehiya hundirîn hatin erêkirin.

Îmzekirina peymanê rastî pêşwaziyeke gerim a gel hat û hêviyê wan yên ber bi azadî û demokrasîbûnê mezintir kir.

Share This Article