KOMBENDA EFRÎN BANGA RÊGIRTINA LI BER WÊRANKIRINA GORÊN LI TIL QIRAHÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Kombenda Efrîn a Civakî îro bi daxuyaniyekê bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan kir ku bi lezgînî destwerdanê bikin û rê li ber wêrankirina gorên li gundê Til Qirah a Şehbayê bigirin.
di daxuyaniyê de bi dehan koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku li bajarê qamişlo dimînin beşdar bûn.
Koçberan pankertên” efrîn a me ye û dê bimîne ya me” Em ê vegerin Efrînê” hildan.
Di daxuyaniyê de wêrankirina gorên koçberan ên li kantona Şehbayê ji aliyê çeteyên dewleta tirk a dagirker ve hat şermezarkirin û bang li netewên yekbûyî,saziyên mafên mirovan û aliyên peywendîdar hat kirin ku rê li ber kiryarên çeteyan bigirin.
Her wiha bang hat kirin ku, komîteyek pispor ava bikin da ku nehêlin gorên li gundê Til Qerah ê girêdayî Şehbayê hilweşînin û koçber termên miriyên xwe rakin.
Piştî xwendina daxuyaniyê, koçberan nameyek radestî ofîsa NY`ê ya li Qamişlo kir.

Share This Article