Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) dest bi rêzeçalakiyên 9`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê kir ,Mîhrîcan dê heta 28’ê Kanûnê dewam bike .
Mîhrîcan li navenda HRRK`ê ya li Qamişloyê bi dirûşma “Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin” hate lidarxistin .
Di mihrîcanê de nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên sazî û dezgehên rewşenbîrî, nivîskar û helbestvanên li herêmê amade bûn .
bernameya mîhrîcanê ji çalakiyên cur bi cur mîna çîrok, helbest, pêşangeha şêwekariyê, semîner, muzik, sînema, şano bi tevlêbûna 165 kesan pêk tê .
Sala derbasbûyî 8’emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê bi dirûşma “Em li vir in, ta dilopa dawîn a ximavê, ta dilopa dawîn a xwînê” hatibû lidarxistin.
