Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşwazî li wezîrê tenduristiyê yê hikumeta demkî Miseb Nezal El Elî kir. Her duyan rewşa tenduristiyê ya Hesekê, pêdiviyên wê û rêbazên pêşdebirina qada tenduristiyê nîqaş kirin.
Di hevdîtinê de rewşa tenduristiyê ya herêmê, pêdiviyên wê, kêmasiyên li hin nexweşxane û navendên tenduristiyê, her wiha rêbazên pêşdebirina qada tenduristiyê nîqaş kirin.
Wezîrê tenduristiyê anî ziman ku dê alavên bijîşkî yên pêwîst bidin saziyên tenduristiyê yên ku kêmasî lê hene.
Herdu aliyan anîn ziman ku dê hewldanên pêşdebirina qada tenduristiyê bidomînin.
Piştî hevdîtinê çûn Nexweşxaneya Gel a Hesekê û hevdîtin bi hin nexweşxan re kirin û li wan guhdarî kirin.
Di dawiyê de serdana Gerînendetiya Tenduristiyê ya Bajarê Hesekê kirin.
