Rojava Tv
1 Min Read

Tevî êş û azarên ku ev heft sal in tê de dijîn, Koçberên Efrînê hêvî dikin ku di demeke nêz de vegerin malên xwe.

Koçberan ji Rojava TV re destnîşan kirin ku ax axa wan e û cihê dagirkeran tê de nîne.

Koçberên Efrînê di wexta ku hewl didan êşa koça yekem ji bîr bikin, di dawiya sala 2024’an de rastî koçberiya duyemîn hatin û neçar man ku careke din ji herêma Şehbayê derkevin.

7 sal ji xem û westanê derbas dibin. lê çav û bala wan li benda vegerînê ye, ku careke din jiyana ku ji wan hatiye standin bijîn.

Ev in hêviyên ku koçberên Efrînê yên li Reqayê, di heftemîn salvegera dagirkirina bajarê xwe de ji Rojava TV re axivîn, anîn ziman.

Koçberan destnîşan kirin ku dîmena herî dijwar di jiyana wan de dema ku dibînin kesên biyanî malên wan dagir dikin û zeviyên wan talan dikin.

Piraniya xelkên Efrînê yên resen bi darê zorê ji malên xwe hatine koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan ên hawirde hatine bicihkirin, lê tevî wê jî çavê Efrîniyan her li rêya vegerê ye.

Share This Article