KONFERANSA DUYEMÎN A KOOPERATÎFAN HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Konferansa Duyemîn a Kooperatîfan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya 150 nûnerên kooperatîfan, hate lidarxistin.
Konferans li Hola Xabûr a bajarê Hesekê hate li dar xistin.
Di konferansê de li ser xebatên kooperatîfan sînevîzyonek hate pêşandan. Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan û rapora salane ya xebatên kooperatîfan hatin xwendin.
Paşê konferans ji dezgehên çapemeniyê re girtî berdewam kir .
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 400 kooperatîf li herêmên Reqa, Tebqa, Şehba, Firatê û Cizîrê hene .

Share This Article