ÎROJ ROJA PIŞTGIRIYA CÎHANÎ YA BI KOBANÊ RE YE

Rojava Tv
1 Min Read

1′ê Mijdarê ango Roja Piştgiriya bi Berxwedana Kobanê ya Cîhanê re qonaxeke dîrokî di yekîtiya civakî ya li hemberî xetereya DAIŞ’ê de ye.

Bi boneya 1’ê Mijdarê gelên azadîxwaz kêfxweşiya xwe anîn ziman û ev roj li bajarê kobanê pîroz kirin.

15’ê Îlona 2014’an, çeteyên DAIŞʹê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êrîşên dagirkeriyê birin ser Kobanê.

Li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê şervanên YPG û YPJ berxwedaneke dîrokî raber kirin û di 26ʹê Çileya 2015ʹan serkeftina li hemberî DAIŞʹê ragihandin.

Ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê, li cîhanê 1ʹê Mijdara 2014ʹan wekî Roja Cîhanê ya Piştgiriya Berxwedana Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞʹê hat ragihandin.

Rêveberên herêma Firatê di derbarê 1’ê Mijdarê de ji Rojava Tv re axivîn û gotin: “Cîhan bi giştî bû pitgirê berxwdana ku YPG û YPJ li Kobanê meşandin”.

Ji aliyê xwe ve hevseroka Kantona Kobanê got: “1’ê Mijdarê li gel me geelkî giranbuha ye”.

Piştî 6 sal di ser rizgarkirina Kobanê re derbas bûn, hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di bin ala QSD’ê de, karîbû hebûna çeteyên DAIŞ’ê di aliyê erdîngarî de li Sûriyê biqedîne û bû sedema rizgarkriina rûbereke fireh ji xaka Sûriyê.

Share This Article