PÊVAJOYA QEYDKIRINA DAXWAZNAMEYÊN HEMWELATÎBÛNÊ DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Li Qamişlo, Çilaxa, Hesekê û Dêrikê serlêdanên ji bo qeydkirina wergirtina hemwelatînbûnê, ji bo şêniyên Cizîrê yên di dema rejîma berê de ji hemwelatîbûnê hatibûn bêparkirin, dest pê kirin.

MIX

Li bajarên Qamişlo, Çilaxa, Hesekê û Dêrikê navendên qeydkirina daxwaznameyên wergirtina hemwelatîbûnê ji bo şêniyên Cizîrê yên di dema rejîma berê de ji hemwelatîbûnê hatibûn bêparkirin, hatin vekirin.

Li gorî Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Demkî, dê di qonaxa yekem de daxwazname werin wergirtin û belge werin lênerîn, ji bo amadekariya temamkirina pêvajoya dayîna hemwelatîbûnê.

Li gor Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Demkî, pêvajoya qeydkirinê dê heta 6’ê meha Gulanê berdewam bike.

Ev xebat di çarçoveya qonaxa yekem a bicîhanîna biryarnameya 13’an de, dest pê kir û dê mehekê berdewam bike.

Share This Article