Li Reqa û Minbic bi sedan jin ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daketin qadan .
Meşvanan roja 8 ê adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kirin û li hemberî hemû cûryên zilm û tundiyê banga yekitî û berxwedanê li jinên cîhanê kirin .
bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li seranserî herêmê rêzeçalakî têne lidarxistin .
Li Reqa û Minbic bi sedan jin ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daketin qadan .
Li reqayê Meş ji Nexweşxaneya Zarokan dest pê kir û li Çerxerêya Jina Azad veguherî mîtîngê.
Di meş de bi hezaran jin, Tevger û rêxistinên jinan ên Reqayê beşdar bûn .
Meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Jin, Jiyan, Azadî”hilgirtin.
Her di meşê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku dê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û hemû jinan, têkoşîna xwe bidomînin.
Bi heman armancê Jinên mibicê meşek li dar xistin û 8 ê adarê li tevahî jinan pîroz kirin .
Meş ji çerxerêya El Sefîna dest pê kir û li Qada Giştî ya bajêr veguherî mîtîngê .
Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û şehîdên berxwedan û têkoşînê hatin bibîranîn û li dijî siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê banga serhildanê hat kirin.
Her wiha li hemberî hemû cûryên zilm û tundiyê jî banga yekitî û berxwedanê li jinên cîhanê hate kirin .
