Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bi hatina werza zivistanê re rêyên sereke yên bajêr sererast dike.
Şêniyên qamişlo xebatên Şaredarê erênî dîtin û bang li aliyên peywendîdar kirin ku di werza zivistanê de pêdiviyên wan ên bi sotemeniyê pêk bînin.
Di çarçoceya xebatên xizmetê de û bi hatina werza zivistanê re, Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo rêyên sereke yên bajêr sererast dike.
Şaredarî di nav xebatên xwe de, rêyên ku xerab bûne, av tê de kom dibe û ji bo çûnûhatinê dibin asteng, sererast dike.
Şêniyên bajarê Qamişlo xebatên Şaredariyê yên sererastkirina rêyan erênî dîtin her wiha bang li aliyên peywendîdar kirin ku di werza zivistanê de pêdiviyên wan ên bi sotemeniyê pêk bînin.
Her wiha Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Emel Şemdîn têkildarî xebatên Şaredariyê diyar kir ku, xebatên wan ên sererastkirina rêyên qamişlo nêzî ji % 50 bi dawî bûye û biryare ku di meha pêş de bi temamî bi dawî bibe.
Tevî êrîşên dodmdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê saziyênn xizmetê yên Rêveberiya Xweser li gorî planên xwe xizmetê pêşkêşî gel dikin.
