ENCUMENA SIVÎL A REQAYÊ: 1′Ê MIJDARÊ JI BO TEVAHÎ CÎHANÊ ROJA SERKEFTINÊ YE

Rojava Tv
1 Min Read

Encumena Sivîl a Reqayê jî îro bi daxuyaniyekê 1’ê Mijdarê pîrozkir û got, şikandina terora DAIŞ li ser destê gelê Kobanê serkeftinek ji bo tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Encumena Sivîl a Reqayê di daxuyaniyê de diyar kir ku, Berxwedana dîrokî ya Kobanê ne tenê ji bo parastina herêmê bû lê belê ji bo parastina cîhanê bi tevahî ji tarîtiya DAIŞ bû.

Her wiha Encumenê got, şikandina terora DAIŞ li ser destê gelê Kobanê serkeftinek ji bo tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Encumena Sivîl a Reqayê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li raya giştî kir ku sînorekî ji kesên ku piştgiriyê didin DAIŞ re di serî de ji dewleta Tirk a Dagirker re dayne.

Share This Article