Mela û rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi 2 daxuyaniyên cuda teqezî bi domandina berxwedanê û pêşxistina nirxên jiyana hevbeş di navbera tevahî pêkhateyan de kir.
Daxuyaniya rûspiyan li pêşiya navenda meclisa rûspiyan a helebê ya taxa Şêxmeqsûd hat xwendin û têde teqezî bi parastina yekbûna xak û gelê Sûriyê hat kirin.
her di daxuyaniyê de, êrişên li dijî kantona Efrîn û Şehbayê û koçberkirina şêniyên wê hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên hiqûqî hat kirin ku ji bo koçberan xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin.
daxuyaniya melayên mizgeftan jî ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li pêşiya mizgefta mezin a Şêxmeqsûd hat dayîn.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser, wêranî, koçberî, kuştin û krîza li Sûriyê û anîn ziman ku, ji bo avakirina Sûriya nû ji tevahî gelê Sûriyê re banga hevgirtin û yekbûnê hat kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de teqezî bi domandina berxwedanê û parastina nirxên şoreşê û nirxên dîroka Helebê hat dayîn.
MELA Û RÛSPIYÊN HELEBÊ TEQEZÎ BI HEVGIRTINA SÛRIYA NÛ KIRIN
