ŞÊNIYÊN FIRATÊ SERSAXÎ DAN MALBATÊN 2 ŞEHÎDÊN HÊZÊN EWLEKARIYÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan şêniyên herêma Firatê jî bi merasîmekê sersaxî dan malbatên şehîd Elî Mihemed Osman û Orhan Hisên Miho.
Konê sersaxiyê li Qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê hat vedan.
Di bin kon de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hat diyar kirin ku êrîşên dewleta tirk xelekek ji komployên li dijî kurda ye.
Her wiha hat gotin , wê gelê herêmê ji bo azadiyê asta têkoşîna xwe bilind bike.
Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Share This Article