Bi boneya yekemîn salvegera şehadeta 29 endamên hêzên têkoşîna li dijî narkotîkê yên ku di êrîşeke dewleta Tirk de şehîd bûne, Komeleya Hespên Erebî festîvalek di bin navê “Evîn, aştî û biratî di nav pêkhateyan de” li dar xist.
Kesên ku di festîvalê de beşdar bûne tekez kirin ku hezkirin û aştiya di navbera pêkhateyan de baştirîn bersiv e ji teror û dagirkeriyê re.
Di bin navê “Evîn, aştî û biratî di nav pêkhateyan de” û bi boneya yekemîn salvegera şehadeta 29 endamên Akademiya Şehîd Nesrîn ya Dijî Narkotîkê, Komeleya Hespên Erebî li gundê El-Sikêriyê yê gundewarê Girkê Legê ya kantona Cizîrê, festîval û pêşbirkeke hespan li dar xist.
Di festîvalê de malbatên şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk, rûspî û şêxên êlên herêmê û hemû saziyên civaka sivîl ên bajarê Dêrik, Girkê Legê û gundewarê wê amade bûn.
Ji bo wergirtina agahiyên berfireh derbarê vê festîvalê de, Rojava TV li gel rêveberê festîvala hespan Fayiz El-Xelîl hevpeyvînek pêk anî.
Ji aliyekî din ve, malbetên şehîdan spasiya damezrînerrên festîvalê kirin û rola şehîdan di têkbirina terorê û jinavbirina diyardeyên wêranker di nava civakê de, anîn ziman.
Di dawiya festîvalê de, diyariyên darayî û 10 mertal pêşkêşî 30 beşdaran hate kirin, her weha Meclîsa Malbatên Şehîdan, Desteya Çandiniyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin xelatkirin.
